Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer Kerkûk û kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê Xemîs Xencer kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser bingeha destûr û rêkeftinan hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de, herwiha bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê hatin axaftin û her du aliyan nîgeraniya xwe li ser bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl nîşan da û li ser asayîkirina rewşa bajêr hevnêrîn bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin