Mesrûr Barzanî û Sûdanî Îranê ji lîsta xwe ya Davosê derxistin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya es-Sûdanî, civînên xwe yên bi Wezîrê Derve yê rejîma Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan re betal kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemmed Şiyia es Sûdanî li Davosê civîn û danûstandinên xwe yên dîplomatîk de wê bi Wezîrê Derve yê Îranê re jî cuda cuda hevdîtin pêk anîbûna.
Pîştî êrîşa rejîma Îranê ya mûşekî ya li dijî Hewlêrê ku bû sedema kuştina 4 kesan û birîndarbûna 6 kesan, Mesrûr Barzanî û es-Sûdanî civînên xwe yên bi Wezîrê rejîma Îranê Ebdulahiyan re betal kirin.
Di derbarê mijarê de daxuyanî ji Wezareta Derve ya Iraqê hat. Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand:
“Me roja sêşemê li ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hewlêrê di derbarê Îranê de gilînameyek pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin