‘Mesrûr Barzanî wê tevî sandekê serdana aliyan bike’

12 June 2019 13:59 0 dîtin
‘Mesrûr Barzanî wê tevî sandekê serdana aliyan bike’

PeyamaKurd - Şêwirmendê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) eşkera kir ku, wê Namzedê Serokwezîriya Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê serdana aliyan bike.

Şêwirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji medya Kurdistanê re ragihand: ‘’Mesrûr Barzanî dê şandekî pêkbîne ku piraniya wê ji pêkhateya hikûmetê be, serdana partiyan bike, yekem aliyê ku serdana wê jî bike dê YNK be û piştre Tevgera Goran û pêkhate bin.’’

Şêwirmendê polîtburoya PDKê daxwaz ji aliyan kir, navên namzedên xwe amade bikin û got:

‘’Her partiyekî ku navê namzedê wî bo paye wergirtinê amade nebe, kabîneya hikûmetê dê ava bibe û dê cîhê wan betal bê hiştin heta xwe zelal bikin. Lê em bawer nakin di vê derbarê de pirsgirêk hebe û berî dema hatî yasayî ya hatî diyar kirin dê Mesrûr Barzanî kabîneya xwe ya hikûmetê pêkbîne.’’