Mesrûr Barzanî Wezîrê Tendirustiyê ji bo her pêwîstiyeke bilez erkdar kir

07 October 2022 10:32 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Wezîrê Tendirustiyê ji bo her pêwîstiyeke bilez erkdar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî şewata li nexweşxaneyeke taybet a li Hewlêrê, pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê re danî û ew erkdar kir ku ji nêz ve rewşê bişopîne.

Li gor Ragihandina Wezareta Tendirustiyê diyar kir, îşev Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ji bo her pêwîstiyeke bilez erkdar kir ji aliyê sazî û dezgehên pêwendîdar ve ji bo parastina giyanê nexweşan û kontrolkirina bilez a şewatê û kêmkirina ziyanên bûyerê.

Herwiha di pêwendiya telefonî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî lipeyçûna ji bo rewşê, hêviya silametiyê ji bo her kesî xwest û tekez kir ku divê giyanê welatiyan were parastin.