Mesûd Barzanî helwesta xwe ya hilbijartina Serokatiya Parlamentoyê eskere kir

22 November 2023 12:46 0 dîtin
Mesûd Barzanî helwesta xwe ya hilbijartina Serokatiya Parlamentoyê eskere kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî helwesta xwe ya derbarê rakirina erkê Serokê Parlamentoya Iraqê û dubare hilbijartina serokomar ragihand.

Berdevka Ofîsa Mesûd Barzanî Xalide Xelîl ragihand, Serok Barzanî di wê baweriyê de ye ku divê razîbûna aliyên Sunnî jî di hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê de bê wergirtin.

Xelîl eşkere kir, Serok Barzanî di wê baweriyê de ye ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê mafê Sunniyan e, ji ber wê jî her berbijêr bo wê postê were hilbijartin, pêwîst e bi hemahengî yan jî razîbûna piraniya aliyên Sunnî yên li parlamentoyê be.

Roja 14ê Mijdarê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, li ser giliya Leys Dlêmî, erkê Serokê Hevpeymaniya Takadûm a Sunnî û Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî rakiribû.