Meteoroloji bo 10 bajaran barîna berfê ragihand
PeyamaKurd- Meteorolojiya Tirkiyê bo 10 bajarên Kurdistana Bakûr agahî da xelkê ku wê berf bibare da xelk li gor agahiyan haya wan ji wan hebe. Barîna berfê wê ji niha û pê de an ku piştî nîvê şevê bibare, Li gor ragihandina Meteorolojiyê bajarên ku berf dê li wan bibare ev in:
Semsûr, Dêrsim, Ezirgan, Meletî, Elezîz, Bîngol, Bedlîs, Sêrt, Şirnex û Hekkariya. Bi îhtîmaleka mezin wê berf di bilindahiya deverên piştî 1400 metreyan ji behrê bilind bibare. Wekî din li Semsûr, Meletî, Elezîz, Dêrsim, Diyarbekir, Sêrt, Batman, Mêrdîn û Şirnexê li bende ne ku baran bibare.
Divê hemwelatî li gor agahiyan xwe bo baran, berf û lehiyê amade bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin