Mexrîb | Zaroka ku pistî 5 rojan ji çalê hat derxistin jiyana xwe ji dest da

06 February 2022 10:55 0 dîtin
Mexrîb | Zaroka ku pistî 5 rojan ji çalê hat derxistin jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hat ragihandin zaroka 5 salî Rayan ku şevê din piştî 5 rojan ji çala ketibû hatibû rizgarkirin jiyana xwe ji dest da.

Medya fermî ya Mexribê eşkere kir ku Qraliyeta Mexrîbê ragihandiye, Reyanê 5 salî ku rakiribûn nexweşxaneyê can daye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi erebî û fransî peyamek belav kir û got: “Ez dixwazim ji malbata zarok Rayan û ji gelê Mexribê re bêjim ku em xemgîniya wan parve dikin.”

Rayan roja 2yê Sibatê dema dileyîst wer bûbû nav wê çalê û ji ber tengbûna devê çalê jî xebatên rizgarkirinê 5 rojan dewam kirin.