Mezlûm Ebdî bersiva rapora tawanên ser a NY da: Divê bên dadgehkirin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Komîteya Serbixwe ya Lêpirsînê ku tê de tawan û binpêkirinên komên çekdar û artêşa Tirkiyê yên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî hatibûn rêzkirin daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, "Rapora komîteya navnetewî ya serbixwe cî daye beşek biçûk ji tawanên şer ên ku komên çekdar bi nixumandina siyasî ya Tirkiyê li dijî gelê me yê li Efrîn û Serêkanaiyê pêk tînin. Divê civaka navdewletî hesab ji aliyên ku tawanên şer pêk tînin bixwawzin û bi cidîbûn tevbigerin û tawanbaran dadgeh bikin.”
تقرير لجنة التحقيق الدولية المستقلة، جزأ صغير من جرائم الحرب التي ترتكبها الفصائل المسلحة بحق شعبنا في عفرين وسري كانيه وتل ابيض بغطاء سياسي من تركيا.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) September 17, 2020
ينبغي على المجتمع الدولي محاسبة الأطراف عن جرائم الحرب والتحرك بجدية لملاحقة ومحاكمة مرتكبي هذه الجرائم.
‘Em piştrast dikin me lêpirsîn daye destpêkirin’
Ebdî li ser beşek raporê ku behsa hêzên wan dike jî wiha got: “Têkildarî beşa girêdayî hêzên me: Paşguhkirineke bê sedem ji rastiya ku doza kampa Hola bi girêg û xwedî bandoreke navdewletî heye. Piraniya 84 dewletan qebûl nakin welatiyên xwe yên ji niştecihên kampê pêşwazî bikin. Rêxistinên navneteweyî jî rola xwe ya alîkariyên mirovî kêm kirine. Em piştrast dikin ku me dest bi lêpirsînê kiriyê derbarê rewşên ku di raporê de hatine parvekirin ku hêzên me tawanbar dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin