Mezlûm Ebdî bersiva Lavrov a bo girtiyên DAISê da

17 January 2020 20:02 0 dîtin
Mezlûm Ebdî bersiva Lavrov a bo girtiyên DAISê da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû, ‘HSD bi bedêla pereyan DAIŞiyên girtî berdide ku niha li nav Sûriyê belav bûne.”

Mezlûm Ebdî gotinên Lavrov ên derbarê berdana DAIŞîyan bi bedêla pere de red kir û ragihand, derbarê çarenivîsa DAIŞiyên girtî de, rojane hemahengiya wan ligel hêzên navdewletî heye û Amerîka û Rûsya jî di nav de agahdar in û rewşê dişopînin.

Ebdî got, tevî metirsiya êrîşên Tirkiyê yên li ser wan navendên DAIŞiyan û derfetên wan ên kêm jî ew di parastina zîndanên DAIŞiyan de serkeftî ne.

General Mezlûm Ebdî bi nasnav Mezlûm Kobanî, beriya niha li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiribû û gotibû, 12 hezar çekdarên DAIŞê li cem wan girtî ne. Herwiha di gelek kampên Rojavayê Kurdistanê de çekdar û malbatên çekdarên DAIŞê tê hene ku biyanî û Sûriyeyî ne.