Mezlûm Ebdî: Çareseriya girtiyên DAISê bi hewlên NYyê mimkun e

16 December 2019 16:32 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Çareseriya girtiyên DAISê bi hewlên NYyê mimkun e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞê tenê bi rêya Neteweyên Yekbûyî (NY) mimkun e.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser mijarê wiha got:

“Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞê yên ligel hêzên wan, bi beşdariya nûnerên rasteqîn ên Sûriyê li Cenevê ve girêdayî ye. Çareseriya dosyayên 12 hezar girtiyên DAIŞê tenê li Cenevê û li ser maseya NY pêkan e. Herwiha çarenûsa wan bi rêya çareseriya siyasî ya Sûriyê û bi piştgiriya NY diyar dibe.”

Ebdî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Laudry bibîr xist ku DAIŞiyên li cem HSDê girtî ne, ji ber rewşa welêt nikarin li Iraqê werin cezakirin û çarenûsa wan bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ve û bi piştgiriya NY ve girêdayî ye.

HSD ev demeke dirêje ji bo çarenivîsa DAIŞiyên girtî banga dadgeheke navdewletî dike ku bi serpereştiya civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî be.