Mezlûm Ebdî bo teqîna Stenbolê: 3 biryarên wê di DAISê de hatine kustin û yek jî fermandarê SMO ye
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ragihand ku girêdana malbata jina bi navê Ahlam Albeşîr a ji teqîna Taksîm a Stenbolê hatiye girtin bi DAIŞê re heye û 3 birayên wê jî dema di refên DAIŞê de bûn hatine kuştin.
Ebdî di hevpeyvîna ligel Amberîn Zaman a Al Monîtorê de, li ser mijara teqîna Stenbolê ya 13ê Mijdarê dibêje, wan lêkolîneke hûrî li ser kiriye ku ew jina ji ber teqînê hatiye girtin bixwe ji Helebê ye, 3 biryarên wê yên DAIŞî li Sûriye û Iraqê di şerê dijî DAIŞê de hatine kuştin û birayekî wê jî ji DAIŞê cuda bûye û niha fermandarekî Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) ya Tirkiye piştevaniya wê dike ye.
Herwiha Ebdî gotiye, ew jina hatiye girtin bi sê çekdarên cuda yên DAIŞê re jî zewicî bûye û malbata wê ji Helebê hatiye û destnîşan kiriye, ti pêwendiya teqîna Stenbolê bi YPG/HSDê re nîne.
Mezlûm Ebdî daye zanîn, piştî lêkolînan em gihîştin wê encamê ku êrîşa kolana Îstiklal a Taksîmê ji aliyê komên çekdar ên kontrola Tirkiyê ve hatiye kirin û gotiye, ti polîtîkayeke wan a wiha nîne.
Di beşeke din a hevpeyvînê de jî li ser êrîşên Tirkiyeyê yên berdewam li ser hêzên wan û Rojavayê Kurdistanê Mezlûm Ebdî diyar kiriye, armanca sereke ya Tirkiyeyê bajarê Kobaniyê ye ku ew bajar ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin û ji bo Kurdan jî gelekî sembolîk e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin