Mezlûm Ebdî derbarê teqîna li Efrînê daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî teqîna li Efrînê şermezar kir û ew teqîn wekî kiryarekî terorîstî bi nav kir.
Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û teqîn li Efrînê ku bûbû sedema zêdetirî 50 kesan wekî kiryareke terorîstî bi nav kir. General Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de got:
“Buyera ku ku duh li Efrînê çêbû, kiryareke terorîstî yê şermezarkirî ye, ku bûye sedema kesên bê tawan. Ew kiryar encama siyaseta tunekirinê ya dagîrkeriya Tirkiyê û kirêgirtiyên wê li bajarê aştî û zeytûnan e.”
ماحدث في عفرين يوم أمس، عمل ارهابي مدان، تسبب في ازهاق أرواح بريئة.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) April 29, 2020
هذا العمل الاجرامي هو نتاج سياسة الدمار التي انتهجها الاحتلال التركي ومرتزقته في مدينة السلام والزيتون.
Duh li ser rêya Reco nêzîkî Seraya Efrînê teqînek pêk hatibû ku herwiha ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re anîye ku li gorî çavkaniyên herêmê wesayîteke bombebarkirî bi çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye teqandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir ku li gorî zanyariyên dawî hejmara kuştiyên teqînê ji 50yî derbas kiriye ango bûye 51 kes û 141 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin