Mezlûm Ebdî ji bo teqîna Taksîmê sersaxî da gelê Tirkiyê: 'Ti têkiliya me pê nîne'

14 November 2022 19:19 0 dîtin
Mezlûm Ebdî ji bo teqîna Taksîmê sersaxî da gelê Tirkiyê: 'Ti têkiliya me pê nîne'

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya PKKê ya derbarê teqîna Taksîmê ya doh 13ê Mijdarê de ku têkiliya xwe bi teqînê red kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bi daxuyaniyekê ragihand: “Ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye.”

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em tekez dikin ku ti têkiliya hêzên me bi teqîna Stenbolê tune ye û em îdiayên ku hêzên me bi wê yekê tawanbar dikin red dikin.”

Ebdî herwiha diyar kir: “Em sersaxiyê li malbatên kesên canê xwe ji dest dane û li gelê Tirk dikin û ji birîndaran re jî şîfaya bilez dixwazin.”

Doh roja Yekşemê li kolana Îstiklal a Taksîma Stenbolê, di dema herî qelebalix a kolanê de ji aliyê jinekê ve bombeyek hatibû danîn û teqandin ku di encama wê êrîşê de, 6 kes hatibûn kuştin û 81 kes jî birîndar bûbûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, herî dawî îro 14ê Mijdarê daye xuyakirin ku jina gumanbar Ahlam Albashir a ji Sûriyê ku bombe daniye kolana Îstiklalê hatiye desteserkirin û îdia kir ku jina gumanbar di îfadeya xwe de mikur hatiye ku li Efrînê ji aliyê YPGê ve hatiye perwerdekirin û fermana êrîşê jî Kobaniyê û YPGê standiye.