Mezlûm Ebdî ji gelê Kuweytê re sersaxî xwest
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah peyameke serxweşiyê belav kir.
Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ji gelê Kuweytê re sersaxî xwest û got: "Bi xemgînî me agahiya wefata Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah emîrê dewleta Kuweytê bihîst. Em ji tevahî gelê Kuweytê re sersaxiyê dixwazin. Em ji bo kedên dewleta Kuweytê yên piştevaniya gelê me li ser astên mirovî û siyasî bi taybet di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de spas dikin."
ببالغ الحزن والأسی تلقينا نبأ وفاة السمو الشیخ صباح الأحمد الجابر الصباح أمیر دولة الکویت. نتقدم بخالص التعزية لعموم الشعب الكويتي.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) September 30, 2020
نقدر ما بذلته دولة الكويت في دعم شعبنا على الصعيد الإنساني والسياسي وخاصة ضمن التحالف الدولي ضد داعش.
Emîrê Kuweytê doh 29ê îlonê li nexweşxaneyeke Amerîkayê ku lê tedawî dibû di 91 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin