Mezlûm Ebdî ji bo teqîna Efrînê banga lêkolîneke navdewletî kir
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser teqîna Efrînê ya ku 53 kes hatin kuştin û bêhtirî sed kes jî birîndar bûn bang li Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsyayê kir lêkolînê bidin destpêkirin.
Tirkiyê YPG ango hêzên Kurd wekî berpirsên wê teqînê tawanbar kiribûn, lê belê di serî de aliyê Kurd gelek sazî û rêxistinên Kurd ew teqîn bi daxuyaniyên xwe şermezar kiribûn.
Mezlûm Ebdî ji ajansa North Pressê re derbarê teqîna dawî ya Efrînê de got ku sedema wê siyasetên qirêj yên dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên wê yên li bajêr in û wiha pê de çû:
“Ez qet matmayî namîn ger Tirkiyê bi hinceta vê teqînê êrîşeke dagirkeriyê nû li deverên Sûrî bike, ev jî hincetên Tirkiyê bûn di êrîşên xwe yên berê de.”
Mezlûm Ebdî herwiha bang li Netewên Yekbûyî, Amerîka û Rûsyayê jî kir ku derbarê teqîna dawî ya li Efrînê rû daye de, lêkolîneke navdewletî bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin