Mezlûm Ebdî: Ji 20ê Tîrmehê ve 26 kesan di êrîsên Tirkiyê de can da

28 July 2022 17:05 0 dîtin
Mezlûm Ebdî: Ji 20ê Tîrmehê ve 26 kesan di êrîsên Tirkiyê de can da

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser êrîşên SÎHAyên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê û hêzên wan de belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ligel endamên hêzên wan ên di êrîşan de can dane diyar kir, “Droneke Tirkiyê sibeha îro otomobîla serkirdeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê kir armanc ku ber bi kampa awareyan a Girê Spî ve diçûn û di encamê de 4 endamên wê şehîd bûn.”

EAbdî di dewamê de got: “Saziya Ewlekariya Hundrîn ewlehiya bajaran, saziyên sivîl, kampên koçberan û girtîgehên DAIŞê diparêze û armanckirina wê gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmê çêdike.”

Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kesên di êrîşên Tirkiyê yên wan rojên dawiyê jiyana xwe ji dest dane û eşkere kir: “Ji 20ê Tîrmehê ve balafirên Tirkiyê 9 şervanên HSDê û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundriîn û 13 sivîl kirine armanc.”