Mezlûm Ebdî pîrozbahî li YNKê kir

30 December 2019 01:06 0 dîtin
Mezlûm Ebdî pîrozbahî li YNKê kir

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi sedema lidarxistina Kongreya Çaremîn pîrozbahî li Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi boneya lidarxistina Çaremîn Kongreya YNKê, peyamek belav kir.

Ebdî di peyama xwe de pîrozbahî li YNKê kir û wiha got:

“Bi boneya serkeftina Kongreya Çarem a YNKê, pîrozbahiyê li bira û hevalên YNKê dikim. Hêvîdar im serkirdayetiya nû ya YNKê bibe sedema bidestxistina destkeftiyên hîn mezintir bo gelê me yê Başûr. Herwiha berdewam bin li ser rêbaza netewî ya Mam Celal, hîn zêdetir girîngî bi ruhê alîkarîya navbera YNK û Rojava de bidin.”