Miçotakis pêswazî li biryara Tirkiyê kir: Dibe ku gavên erênî bên avêtin!

11 July 2023 21:04 0 dîtin
Miçotakis pêswazî li biryara Tirkiyê kir: Dibe ku gavên erênî bên avêtin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis, pêşwazî li biryara Tirkiye ya bo endamtiya NATO ya Swêdê kir û bal kişand ser pêwendiyên navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê.

Miçotakis li Lûtkeya NATO ya Vilniûs a Lîtvanyayê kêfxweşiya xwe ya bo biryara Tirkiyeyê ya bo Swêdê anî ziman û got, ji bo avêtina gavên erênî di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê de, hevdîtina wî ya sibe ligel Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibe ku bibe destpêkek.

Miçotakis, li ser hevdîtina xwe ya dê sibe 12ê Tîrmehê li Vilniusê bi Erdogan re bike jî diyar kir, “Piştî hilbijartinên herdu welatan dê hevdîtina me ya yekemîn be. Di wê baweriyê de me ku em ê herdu jî bi piştevaniya bihêz a gelê xwe ji bo destpêkirina pêwendiyên Yûnanistan û Tirkiyeyê gava yekem bavêjin.”

Herwiha Miçotakis bal kişand ser ku nakokiyên girîng ên navbera Tirkiye û Yûnanistanê jî dikarin li ser bingeha cîrantiya baş û di çarçoveya hiqûqa navdewletî de bên çareserkirin.