Mihemed Cewad Zerîf serdana Lubnanê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, do, ji bo di derbarê çend mijaran de civîna li dar bixe û serxweşiyê bo teqîna Beyrûdê bike, serdana Lubnanê kir.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Zerîf li Beyrûdê ji aliyê Wezîrê Derve yê Lubnanê yê hikûmeta karbirêker Şerbil Wehbe ve hatiye pêşwazîkirin.
Biryar e Zerîf di vê serdana xwe de li gel hejmarek berpirsên din ên Lubnanê jî bicive.
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihandiye, serdana Mihemed Cewad Zerîf bo Lubnanê taybet dibe bi gotûbêjkirina pêşhatên herî dawî yên têkildarî teqîna li Bendera Beyrûdê û awayê pêşkêşkirina alîkariyan bo Lubnanê û herwiha gotûbêjkirina xalên hevbeş ên di navbera herdu aliyan de.
Serdana Zerîf bo Lubnanê piştî peywendiya telefonî ya di navbera Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî tê, ku li gor daxuyaniya Koşka Elyseeyê, Macron di wê peywendiya telefonî de tekezî li ser wê yekê kiribû, nabe tu welatekî biyanî destwerdanê di karûbarên Lubnanê de bike û derbarê wê yekê de hişyarî dabû.
Macron herwiha daxwaz ji Ruhanî kiribû, piştgirî li hikûmeteke niştimanî û yekgirtî li Lubnanê bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê yek ji wan berpirsên welatên biyanî ye ku piştî teqînên roja 4ê Tebaxê li Bendera Beyrûdê, serdana Lubnanê kirine. Pêştir û çend rojan piştî teqînan, berpirsên weke Serokomarê Fransayê, Wezîrê Derve yê Almanya û Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Lubnanê û Beyrûdê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin