Mihemed Hûsên Ebu Zer: Divê Bexda hemahengiyê ligel Pêsmerge bike
PeyamaKurd – Endamê Lîjneya Asayîş û Bergiriya Parlementoya Iraqê, derbarê êrîşa moşekî ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û tekez kir, divê Bexda hemahengiyê ligel Pêşmerge bike.
Endamê Lîjneya Asayîş û Bergîriya Parlementoya Iraqê Mihemed Hûsên Ebu Zer, di daxuyaniyê de da zanîn, ‘’Lîjneya Asyîş û Bergiriya Parlamantoya Iraqê, amancgirtina balafirxaneya Hewlêrê şermezar dike û ew êrîş weke êrîşên din ê li herêmên Iraqê dihesibîne.
Herwiha Mihemed Hûsên Ebû Zer diyar kir ‘‘Em êrîşa terorîstiye û hemû herêmên lê digire, li bakur bo başûr û navarast û li rojavayê welêt şermezar dikin. Divê dewlet, asayîşa welat tundutol bike û tekeziyê li ser hemahengiya hêzên Hikûmet û Pêşmerge bike.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin