Mijarên civîna meclisa Tirkiyê kes nikare heya 10 salan askera bike
PeyamaKurd- Sibê wê Meclisa Tirkiyê bi rojeva taybet siet di 15.00an de bicive û mijarên ku li wê derê bên axaftin qedexeye li derve kes behsa wan mijaran bike. Qedexeya behskirina mijarê heya 10 salan dewam dike. Her axaftina ku di wê civînê de bêkirin ‘sirrên dewletê’ ye.
Di serê civînê de wê AKP daxwaznameyê bide û piştî hat qebûlkirin, wê deriyên meclisê bên girtin.Di hundir de tenha wê stenograf hebin kavasên lal û ker dê sondê bixun, hebin. Di civînê de wê wezîrê bergiriyê Hulusi Akar, wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoğlu agahiyan bidin meclisê. Li ser navê grûban wê axaftin bên kirin. Wek kes jî dikarin daxwaza axaftinê bikin.
Piştî civîn biqede, zebtên civînê dê bên nivîsandin dê mohr bikin, bixin nav zerfê û devê zerfê bigrin. Heya 10 salan wê ew zerf venebe. Ew tiştên ku di meclisê de bên axaftin, kes nikare binvîse û sirrên dewletê ne û ragihandina wan sûc e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin