Mike Pence rexne li Donald Trump kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê berê yê Amerîkayê Mike Pence rexne li Serokê berê Donald Trump ê ku 4 salan pê re xebitî kir.
Pence li Washîngtonê ji rojnamevanan re axivî û derbarê êrîşa 6ê Çileya 2021an a li hemberî Kongreya Amerîkayê de got, "Serok Trump xelet bû. Mafê min tunebû ku encamên hilbijartinê biguherim."
Pence got, "Trump bi gotinên xwe yên bêperwa canê min, malbata min û hemû kesên li Kongreyê xiste xeterê. Ez dizanim ku dîrok wê hesab ji Donald Trump bipirse." Li aliyê din Trump li ser daxuyaniyên Pence daxuyanî neda.
Namzedê Partiya Demokrat Joe Biden di hilbijartinên serokomariyê yên ku di 3ê Mijdara 2020an de li Amerîkayê hatin kirin de bi ser ket û Trump jî ku îdiayên xwe yên bêbingeh yên sextekariya di hilbijartinan de dubare kir, ji bo qebûlkirina encamên hilbijartinê bertek nîşanî Pence da.
Trump dixwaze di hilbijartinên serokomariyê yên sala 2024an da bibe namzed û ji bo wê jî divê ewil wek berbijêrê serokomariyê yê Partiya Komarî were hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin