Milan nikare besdarî yariyên UEFA Ewropayê bibe
PeyamaKurd – Bi sedema ku tîma futbolê ya îtalî Milan pabendî kural û qaîdeyên Fair Playa Darayî nebûye ji yariyên UEFA Ewropayê hate men kirin. Ji dêvla Milanê wê Torîno di Lîga UEFA Ewropayê de têbikoşe.
Tîma îtalî ya navdar AC Milan ji ber ku pabendî kural û qaîdeyên Fair Playa Darayî (FFP) nebûye ji yariyên Ewropayê hate men kirin.
Li gorî vê biryarê îsal dê ji dêvla Milanê wê tîma Torîno di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de têbikoşe.
RESMİ: AC Milan 2019/2020 sezonunda Avrupa Ligi'nde yer almayacak. pic.twitter.com/bg3xfakzCl
— AC Milan Türkiye (@acmilanturkiye) 28 Haziran 2019
Hêjayî gotinê ye ku tîma AC Milanê bi hinceta ku di salên 2015-2018an de pabendî FFPyê nebûye li Dadgeha Werzîşê ya Tehkîmê (CAS) dihat darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin