Pistî Coloradoyê Maine: Trump nikare besdarî hilbijartinan bibe

29 December 2023 14:36 0 dîtin
Pistî Coloradoyê Maine: Trump nikare besdarî hilbijartinan bibe

Peyama Kurd - Seroka Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgeha Maine a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Shenna Bellows ragihand ku ne pêkane Donald Trump li Maineê bibe namzed.

Bellows vê biryarê sparte xala 14. a Destûra Bingehîn a DYAyê.

Berîya vê biryara dadgeha parêzgeha Maineê, dadgeha parêzgeha Coloradoyê jî di derbarê Serokê berê yê DYAyê Donald Trump de biryara beşdarnebûna hilbijartinan dabû.

Dadgeha Maineê jî weke ya Coloradoyê bi xala destûrê ya "Rayedarên dewletê nikanin beşdarî serhildanên li dijî dewletê bibin û nikarin alîkariya dijminên dewletê bikin." Trump ji hilbijartinan re qedexe kir.

Shenna Bellows destnîşan kir ku ji ber Trump di 2021an de bû sedema êrîşa Kongreyê ne pêkan e ku beşdarî li hilbijartinan bike.

Piştî ku dadgehên Colorado û Maineê bi heman sedemê Trump qedexe kirin, hemû bal çûn ser Dadgeha Bilind a DYAyê lewre, piştî biryara qedexeya yekem a Coloradoyê, parêzerên serokê berê serî li Dadgeha Bilind dabûn.