Milyarderê înglîz Branson bû yekem karsazê ku çû fezayê

11 July 2021 23:12 0 dîtin
Milyarderê înglîz Branson bû yekem karsazê ku çû fezayê

PeyamaKurd – Milyarderê Îngilîz Richard Bransonê 70 salî ku dixwaze di turîzma fezayê de derkeve pêş, di frîna ceribandinê ya fezayê ya kompaniya xwe de, bi xwe jî cî girt.

Firîna bi wesayîta fezayê ya bi navê VSS Unity tevî muretebata xwe û Branson îro Yekşemê li demjimêr 16:00 ji New Mexico ya Amerîkayê firiya fezayê û firîn li ser înternetê zindî hat weşandin.

Wesayîta fezayê 90 km derket ser rûyê dinyayê ku ev ceribandina 4emîn a wê kompaniyê bo firîna fezayê ye.