Mînîbus û TIR lihev ketin: 1 mirî û 8 birîndar

07 November 2020 02:05 0 dîtin
Mînîbus û TIR lihev ketin: 1 mirî û 8 birîndar

PeyamaKurd – Li Kurdistana Bakûr li bajarê Rihayê li navçeya Akçakaleyê mînîbusekî û TIR e kî lihev ketin û di encamê de Muhammed El Muham ê 47 salî ku xelkê Sûriyê ye can da û 8 kes birîndar bûn.

Di qezayê de ajotvanên her dû alavan jî birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên 112 an û polîs çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên li navçeya Akçakale. Muhammed El Muham li nexweşxanê wefat kir û tedawiya her 8 birîndarên din dewam dike.

Lêpirsîna qezayê dewam dike.