Minîbusa werzisvanên Batmanê qeza kir: 1 mirî, 15 birîndar
PeyamaKurd – Minîbûsa werzişvanên gulaşê ya ji bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo beşdarîkirina Şampiyoniya Gulaşê ya li bajarê Çorûmê bi rê ketibû, li bajarê Amasyayê ji rê derket û qulibî.
Hat ragihandin ku di encama wê qezaya xembar de, Rahênerê Batman Petrolsporê Halil Îbrahîm Kay li cihê bûyerê can daye û 15 kesên din ên di minîbûsê de jî birîndar bûne.
Tîmên hawarçûnê 13 werzişvan û 2 ajovanên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Federasyona Gulaşê ya Tirkiyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got, êşa me mezin e. Federasyonê herwiha sersaxî da malbata Kay û ji bo birîndaran jî hêviya selametiyê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin