Mîranî: Divê Kurd namzedên xwe yên wezîrtiyên Iraqê diyar bikin
PeyamaKurd - Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî da xuyakirin ku divê kurd bi xwe wezîrên kurd yên hikûmeta nû ya Iraqê destnîşan bikin.
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî îro di civîneke rojnamevanî de ragihand, şandeke partiyên siyasî yên Kurdistanê çûye Bexdayê û li ser kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi aliyên sune û şîe re hevdîtin kiriye.
Mîranî got, “Me wek PDK gelekî hewl daye ku derz nekeve nav aliyên Kurdistanî, lê nabe kesekî din li Bexdayê wezîrên kurd destnîşan bike. Divê em navên wan kesên ku dikarin bibin wezîr, bidin wan û ji wan re bêjin ev wezîrên kurd in.”
Fazil Mîranê destnîşan kir, helbet PDK behsa pişka xwe di hikûmetê de nake lê divê kurd bi xwe wezîrên xwe destnîşan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin