Miriyên erdheja Fasê her diçe zêdetir dibin...

10 September 2023 11:26 0 dîtin
Miriyên erdheja Fasê her diçe zêdetir dibin...

PeyamaKurd - Miriyên erdheja mezin a ku doh 9ê Îlonê li welatê Mexrîbê (Fas) rû dabû her diçe zêdetir dibin. Erdheja doh danê sibehê ziyşaneke mezin li bajarê Merakeş û bajarên din ên bakurê rojavayê Mexirbê çêkiriye.

Wezareta Navxwe ya Mexribê ragihand, hejmara kesên di erdhejê de can dane derketiye 2 hezar û 12 kesan û hejmara birîndaran jî derketiye ser 2 hezar kesan.

Hêzên artêşê û ewlehiyê yên Mexrîbê ji bo rizgarkirina qurbaniyên di bin kavilan de mane, ber bi navçeyên erdhejê ve hatine şandin.

Hat ragihandin: “Desthilatdarên giştî li ser hewlên xwe yên ji bo rizgarkirin û derxistina birîndaran, rûbirûbûna bandorên vê karesata mezin hemû hewlên xwe didomînin.”