Jimara miriyên erdheja bajarê Marakesa Fasê giha 1037an

09 September 2023 21:51 0 dîtin
Jimara miriyên erdheja bajarê Marakesa Fasê giha 1037an

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fasê (Mexrib) ragihand ku di erdheja li bajarê Marakeşê li devera Hûzê de ku bi pileya 7 çêbû, jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihaye 1037an. Jimara birîndaran jî gihaye 1024an. Rewşa 721 birîndaran xedar e.

Li gor ragihandina wezaretê ya nivîskî artêşa Fasê, rêvebiriyên cîh, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sîvîl xebatên xwe yên rizgarkirin û lêgerînê xebatên xwe dewam dikin. Ji bo alîkariyên mirovî bigihên herêmê temamê derfetên xwe seferber kirine.

Erdhej duhî li gor wextê Fasê seet di 23.10an de çêbû. Erdhej li payîtext Rabatê, Kazablanka, Meknes, Agadir û Fesê hîs kirin.