Misel Avn, ji posta Serokomariya Lubnanê vekisiya

30 October 2022 20:00 0 dîtin
Misel Avn, ji posta Serokomariya Lubnanê vekisiya

PeyamaKurd- Serokomarê Lubnanê Mişel Avn, ji ber ku dema erka wî bi dawî bû, dest ji posta serokomariyê berda. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Mişel Avn ji Koşka Serokomariyê veqetiyaye.

Hat diyarkirin ku Mişel Avn, beriya ku sibê dema erka wî bi dawî dibe, ji Koşka Serokomariyê veqetiyaye û beriya ku veqete jî biryarnameya îstîfaya hikûmeta derbasdar destnîşan kiriye.

Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Lubnanê hatin ragihandin, ji bo cara çaremîn a li ser hev, Parlamentoya Lubnanê li ser kesekî din a di cihê Mişel Avn de li hev nekiriye.

Serokomarê Lubnanê Mişel Avn, li ser hesabê xwe yê Medyaya civakî jî peyamek ragihand û got,

“Min vê sibehê erkên xwe yên makezagonî bi kar hanîn û min nameyek şand Meclisa Nûneran û min biryarnameya îstifaya hikûmetê destnîşan kir.”

Mişel Avn ê ku di nav dirûşim û sirûda neteweyî ya alîgirên xwe de ji koşkê hat oxirkirin, got ku “Heger ev hewil tunebin, em nikarin êşên xwe sist bikin. Divê em welatê xwe rakin ser piyan û em Lubnanê ji vê çaltikê derxin.”