Mistefa Hicrî: Rejîma Îranê tûsî sergêjî û bêhêvîbûnê bûye…

09 October 2022 11:02 0 dîtin
Mistefa Hicrî: Rejîma Îranê tûsî sergêjî û bêhêvîbûnê bûye…

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, peyamek ji bo ciwanên Îran û Rojavayê Kurdistanê ku bi xwepêşandanan li hember rejîma Îranê berxwe didin belav kir.

Mistefa Hicrî di vê peyama xwe de got, yekbûn û teslîmnebûna xort û keçên Îranê, rejîma Îslamî tûşî bê hêvîbûnê kiriye.

Di peyamê de hat diyarkirin, “Hevwelatiyên xebatkar! Keç û xortên azadîxwaz! Mandî nebin û destxwaşiyê ji we re dibêjim bona çalakiyên berfireh û yekgirtîbûna we di heyama wan çend rojên derbasbûyî de. Xatircem bin ku ev yekbûn û teslîmnebûna we hevdeng digel tev azadîxwazên Îranê, rejîma Îslamî tûşî sergêjî û bêhêvîbûnê kiriye. Berdewam bin, serkeftin bo we ye.”

Hêjayî gotinê ye, xwepêşandan û protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirine di roja xwe ya 24emîn de jî dewam dikin û heta niha ji ber êrîşên hêzên rejîmê bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.