Mitch McConnell: Êrîskarên Kapîtolê ji aliyê Trump ve hatin handan

20 January 2021 11:29 0 dîtin
Mitch McConnell: Êrîskarên Kapîtolê ji aliyê Trump ve hatin handan

PeyamaKurd – Serkirdeyê Komariyan yê li Encûmena Pîran a Amerîkayê Mitch McConnell diyar kir; êrîşkarên avahiya Kapîtol di 6ê vê mehê de ji aliyê Donald Trump ve hatin handan.

Derbarê êrîşkarên avahiya Kapîtol de, Mitch McConnell di axaftina we ya li Kongresê de da zanîn: “Ew hatibûn, bi derew hatibûn coşkirin, Serok ew handan û di berjewendiya xwe de ew bi kar anîn.”

Herwiha McConnell destnîşan kir û got: “Tevî ku tundî hebû, Kongres bi pesendkirina serkeftina Joe Biden karê xwe encam da.”

Mitch McConnell eşkere kir: “Bi awayekî aram û serkeftî, dê li avahiya Kapîtol, merasîma destbikarkirina Biden dê were lidarxistin.”