Moldova: Dibe ku em banga seferberiyê bikin
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Moldovayê ragihand ku heger pevçûnên li Ukraynayê zêde bibin û ber bi sînorê Moldovayê ve werin, dibe ku ew banga seferberiyê bikin.
Wezîra Berevaniya Moldovayê Anatolie Nosatiy bi rêya qenala televîzyona TVR Moldovayê ragihand ku heger şerê ku niha di navbera Rusya û Ukraynayê de ye berfirehtir bibe û bigihîje sînorê wan, dibe ku ew banga seferberiyê bikin.
Anatolie Nosatiy bal kişand ser moşekên ku ji aliyê Rusyayê ve li dijî Ukraynayê bi kar tîne û diyar kir ku hin ji wan moşekan di ser axên Moldovayê re derbas bûne.
Wezîra Berevaniyê ragihand ku tu saxlemî tuneye ku dê rewşeke wiha car din çênebe û eşkere kir ku wan ji ber vê yekê ji hevkarên Rojava, NATO û Romanyayê, di warê ewlehiyê de piştgirî xwestiye.
Nosatiy di dirêjahiya axaftina xwe de bersiva hegera banga seferberiyê da û got,
“Ji bo ku ev senaryo bi cih neyê, divê li eniyên Ukraynayê guherîneke cidî çêbibe. Wekî mînak, heger ev pevçûn ber bi sînorên me ve werin, di warê koçberiya ji Ukraynayê ya ber bi welatê me veguherîn çêbibin yan jî em di çepera şer de bi tevgereke nav yekîneyên leşkerî bihesin, helbet ew ê ev yek pêk were. Helbet ji bo ku em li hember vê rewşê berteka xwe nîşan bidin, divê em bergirên diyarde deynin.”
Serokomara moldovayê Maia Sandu jî di 17ê Cotmehê de ragihandibû ku dema serweriya wan bikeve bin metirsiyê, ew ê bergirên pêwîst deynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin