Moody's dereceya krediyê ya Tirkiyeyê bilind kir
PeyamaKurd – Moody's dereceya krediyê ya Tirkiyeyê ji "B3"yê derxist "B1"ê û perspektîfa xweya krediyê wek "erênî" domand.
Moody's nirxandina xwe ya li ser aboriya Tirkiyeyê eşkere kir.
Outlook wekî erênî hate domandin
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin ku pileya krediyê ya Tirkiyeyê ji "B3"yê derket "B1"ê û perspektîfa dereca krediyê jî wek "erênî" hat parastin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedema sereke ya bilindkirina dereceya krediyê bo B1 geşedanên di rêveberiyê de, nemaze vegerandina biryardar û her ku diçe li ser polîtîkaya diravî ya ortodoksî ava bûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev yek di warê kêmkirina bêhevsengiyên mezin ên makroekonomîk ên Tirkiyeyê de, encamên yekem ên berçav dane û hat diyarkirin, "Destpêka nermkirina enflasyonê û daxwaza navxweyî zêdetir pêbaweriyê dide me ku zextên enflasyonê dê di mehên pêş de û berbi sala 2025an de bi rengek berbiçav kêm bibin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) pêbaweriya polîtîkaya xwe ya diravî bi lez zêde kiriye û ev yek jî bûye alîkar ku baweriya bi Lîreyê Tirkiyeyê vegere.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helwêsta tund a polîtîk, şikestiniya bilind a derve ya Tirkiyeyê gelekî kêm kiriye û ev nêrîna erênî balansa rîskê ya ber bi jor nîşan dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin