Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, li ser HDPê daxuyanî da

10 January 2023 16:30 0 dîtin
Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, li ser HDPê daxuyanî da

PeyamaKurd- Li ser rewşa HDPê, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê Bekir Şahin ve daxuyanî hat dayîn. Şahin, di derbarê dosyaya girtina HDPê de ji bo çapameniyê agahiyên dawî dan.

Bekir Şahin, di daxuyaniya xwe ya ji bo dosyeya girtina HDPê de got ku

"HDPê bi zelalî diyar kir ku ew wekî partî, PKKê wekî rêxistineke terorê nabîne. Me daxwazên xwe, wekî ku di nivîsa nivîskî de hatiye nivîsandin hanîn zimên. Tekûzbûn an tekûznebûna biryarê ya beriya hilbijartinan, êdî li ser biryara dadgeha bilind maye.

Serozger Şahin di dewama axaftina xwe de got,

“Di 7ê Hezîrana 2021ê de me daxwazên xwe yên di derbarê astengkirina PKKê de hanîn zimên. Ev rastiyek e ku 85 milyon mirov, têkiliya partiya sûcdar a bi terorê re dizanin. Min gotinek jî ji endamên partiya bersûc nebihîstiye ku PKKê şermezar dike.

Partiya bersûc, rêxistina terorê wekî rêxistineke çekdar îlan kir. Qeydên vê yekê di televîzyonan de jî hene. Ev biryara dadgeha bilind e. Karê me îro qediya. Me dosya radest kir, pêvajo qediya. Êdî biryar, li ser dadgeha bilind maye.”