Parastina destpêkê ya HDPê ji Dadgeha Bilind re hat sandin
PeyamaKurd – Parastina destpêkê ku HDPê derbarê doza girtina xwe de radestî AYMê kiribû, ji Serdozgerê Komarê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn re hat şandin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) parastina destpêkê ku HDPê derbarê doza girtina xwe de radestî wê kiribû, ji Dadgeha Bilind re şand. Tê payîn ku Serdozgerê Komarê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di nav mehekê de mutalaaya xwe amade bike. Piştî mutalaaya ku ji aliyê Bekîr Şahîn ve bê pêşkêşkirin, wê ji bo mehekê dem ji HDPê re bê diyarkirin ku parastina xwe ya esasê amade bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin