Moseka Rûsyayê balafira rêwiyan daxist!

24 May 2018 15:08 0 dîtin
Moseka Rûsyayê balafira rêwiyan daxist!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku balafira Malezyayê ya ku li Ukraynayê ketibû, ji aliyê moşekan Rûsyayê ve hatiye daxistin.

Pisporên ku ketina balafira Malezyayê lêkolîn dikirin, lêkolîna xwe bi encam kirin û wiha gotin:

“Li gorî lêkolîna me Balafira Malezyayê bi moşeka Rûsyayê hatiye daxistin. Ev moşek jî ji Tugaya 53. Ya li dijî balafirên şer, hatiye avêtin.”

Heta niha Rûsyayê îddayên li dijî xwe red dikirin.

Di Temûza 2014an de balafireke rêwiyan ya Malezyayê ji Holandayê bi hewa ketibû û li Ukraynayê ketibû û perçeyên wê li qadeke fireh belav bûbûn. Di balafirê de 298 rêwî hebûn. Di bûyerê de ti kes nefilitîbû.