Moskova di binpêkirina sînorên deryayî de nota da Washingtonê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê bi sedema destroyera Johns McCain ya aîdê hêzên deryayî ya Amerîkayê, li nêzî Derya Japonyayê ketiye nava sînorê ava Rûsyayê û notayekî protestoyê da Washingtonê.
Wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku Rûsya bang dike da Amerîka dev ji macerayên binpêkirina sîrorên ava Rûsyayê dûr bikeve û mafê xwe yê bersivdanê parastî dihêle.
Rûsya weha got:
“ Em bangî Amerîkayê dikin da di dahatûyê de xwe ji van cûreyên macerayan dûr bixe. Eger xwe dûr nexe, berpirsiyariya encaman dê aîdê terefê Amerîkayê be. Em mafê xwe yê bersivdanê parastî dihêlin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin