Îsraîl û Lubnan li ser sînorên deryayî lihev kirin
PeyamaKurd – Mijareka girîng ya ku di Rojhilata Navîn de li serê dijberî di navbera Îsraîlê Lubnanê de hebû mijara sînorê deryayê ya di navbera her dû dewletan de bû. Serokwezîrtiya Îsraîlê Lapid ragihand ku li ser mijarê bi Lubnanê re lihev kirine. Di daxwuyaniyê de Lapid weha got:
“Ev peymana dîrokî, wê ewlehiya Îsraîlê saxlem bike, ji aboriyê re bi milyar dolarî pere bide qezenckirin û wê sînorê me yê bakûr zexmtir û aramtir bike. Reşbeleka peymanê bersiva temamê qaîdeyên ewlehî û aboriyê ya Îsraîlê dide.”
Serokwezîrê Îsraîlê Lapid wê siba kabîna ewlehiyê bicivîne û piştî wê, dê ji bo peymanê tesdîq bike wê hukumetê bicivîne. Li ser roja civîna hukumetê roj nehat aşkerakirin.
Metna peymanê ya ku berê hatibû amadekirin, ji aliyê Îsraîl de nehatibû qebûlkirin ku xwestibû ku guherîn bikeve nav metna wê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin