Hizbullahê pistgirî da lihevkirina Îsraîl û Lubnanê, Netanyahû bertek nîsan da!

12 October 2022 20:59 0 dîtin
Hizbullahê pistgirî da lihevkirina Îsraîl û Lubnanê, Netanyahû bertek nîsan da!

PeyamaKurd – Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah piştevaniya xwe bo peymana sînorên deryayî yên navbera Îsraîl û Lubnanê ragihand.

Nesrellah li ser lihevkirina ser sînorên deryayî ya bi navbeynkariya Amerîkayê ku di navbera Îsraîl û Lubnanê de pêk hatiye ragihand ku ew piştevaniya biryar hikûmeta Lubnanê dikin û got: “Ji bo me ya girîng derxistina gaz û petrolê ji kelgehan e.”

Herwiha Nesrellah daye zanîn ku ew li benda temamkirina peymanê û ragihandina wê ya fermî ne.

Li aliyê din serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî piştî lihevkirina ser sînorên deryayî got ku serokwezîrê niha Yair Lapid xwe teslîmî Hizbullahê kiriye û ew bi tundî rexne kir.

Yair Lapid lihevkirina bi Lubnanê re wekî pêngaveke dîrokî ya di bejerwendiya Îsraîlê de bi nav kiribû.