MSB: Leskerên Tirkiyê ji Afxanistanê dadgere

25 August 2021 23:00 0 dîtin
MSB: Leskerên Tirkiyê ji Afxanistanê dadgere

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku bi hinek têkiliyan, rewşa heyî û şertan dane berhev û dest bi tehliya leşkerên Tirkiyê yên li Afxanistanê kirine. MSB di daxwuyaniya xwe de, bibîrxist ku ji sala 2002 an heya niha di çarçoveya peymanên duqolî, NATO û Neteweyên Yekgirtî de, bo pêwendiyên dîrokî bi xelkê Afxanistanê re, bo aştî, hûzûr û îstîqrara Afxanistanê lê wezîfe kiriye. Di daxwuyaniya MSB de weha hat gotin:

“Piştî ragihandina Amerîkayê û NATO yê bo vekişandina ji Afxanistanê, weka her dem Tirkiyê dibêje, heya xelkê Afxanistanê bixwaze wê Tirkiyê li cem wan be. Tirkiye 6 sale rêvebirî û parastina balafirgeha Hamîd Karzaî dike û eger Afxanistan bixwaze wê dewam bike. Heya niha li balafirgehê ti qewimandinekî nexweş çênebûye.

Di vê pêvajoyê de bi balafirên me yên leşkerî 1.129 sîvîl ên hemwelatî yên Tirkiyê hatine tehliyekirin. Li gor şertan dest bi tehliya leşkerên artêşê hatiye kirin. Wezîfa Tirkiyê li wê derê qediyaye û bi serkeftin karê xwe kiriye û dadigere Tirkiyê.”