MSB: Li Colemêrgê leskerekî me jiyana xwe ji dest da

28 October 2019 11:54 0 dîtin
MSB: Li Colemêrgê leskerekî me jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Colemêrgê leşkerekî wan jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê  (MSB) Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku leşkerekî arteşa Tirkiyê bi navê Mistefa Korkmaz ku di 23yê Cotmehê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya MSBê de hat gotin, “23yê Cotmehê li Gewer a Colemêrgê di encamadana pevçûneke bi endamên PKKê re leşkerekî me birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Wî leşkerê me jiyana di 27ê Cotmehê de xwe ji dest da.”