MSB: Li devera operasyona ‘Pence Kilît’ leskerekî bi pêvedana mozê can da
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku di operasyona Pence-Kilît a ku di nav sînorên Herêma Kurdistanê de, li herêma Metîna, Zap-Avaşîn berdewam dike de, çawîşê pispor ê bi navê Mehmet Burak Keçe bi vedana mozê can daye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye ku Mehmet Burak Keçe di encama pêvedana mozê de ji ber "krîza akût-alerjiyê" rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin û miriye.
Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana 2022yan ve operasyona bi navê Pence Kilît li nav erda Herêma Kurdistanê li dijî PKKê berdewam dike ku heta niha gelek leşker û endamên PKKê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin