Muslim: Nabe Tirkiye 3 milyon welatiyên Sûriyê bîne Rojava

19 January 2019 16:15 0 dîtin
Muslim: Nabe Tirkiye 3 milyon welatiyên Sûriyê bîne Rojava

PeyamaKurd - Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim di hevpeyvîneke ligel rojnameya Ozgur Polîtîkayê de, li ser hewlên avakirina herêma tampon ji aliyê Tirkiyê ve ragihand, Armanca Tirkiyê ji devera ewle ew e 3 milyon penaberên Sûrî yên ku koçî Tirkiyê bûne li ser xaka Rojavayê Kurdistanê bi cih bike.

Muslim got, heger di nav plana herêmên bi ewle de Tirkiye cih bigire, ew cih nagirin û diyar kir Serokê Amerîka Donald Trump plana herêmên bi ewle, bi riya Twitterê anîye rojevê lê belê dewleta Tirkiyê dixwaze ev plan di bin kontrola wê de pêk were.

Muslim bi bîr xist, Tirkiyê dixwaze demografiya Rojavayê Kurdistanê biguherîne û 3 milyon penaberên Sûrî yên koçî Tirkiyê bûne, li gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi cih bike.