Muzexaneya Neteweyî ya Samê hat selandin
PeyamaKurd – Muzeya Neteweyî ya Şamê ya ku yek ji muzexaneyên herî kevin ê cîhana Erebî ye, rastî diziyeke mezin hat. Hat ragihandin ku şeva Yekşemê, 10ê Mijdara 2025an, diz ketine muzeyê û gelek berhemên arkeolojîk ên Serdema Romayê dizîne.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî ya Demkî ya Sûriyê û rêveberiya muzeyê hatine girtin, dizî li beşa berhemên klasîk a muzeyê pêk hatiye. Hate diyarkirin ku deriyekî vê beşê şikestî hatiye dîtin û 6 peykerên mermer ên ku ji serdemên Helenîstîk, Romayî û Bîzansî mane, hatine dizîn. Çavkaniyekê din jî îdia kir ku tiştên hatine dizîn zêrên kevnar bûne.
Bûyer serê sibeya Duşemê hate tespîtkirin û li ser vê yekê muzexane bi awayekî demkî ji bo serdanan hate girtin. Hêzên ewlehiyê demildest dest bi lêpirsîneke berfireh kirin û ji bo zelalkirina bûyerê û girtina sûcdaran, îfadeyên nobedarên ewlehiyê û hin rêveberên muzeyê hatin girtin.
Muzeya Neteweyî ya Şamê ku di sala 1919an de hatiye damezrandin, wekî "Alaya muzexaneyên Sûriyê" tê binavkirin û xwedî koleksiyoneke pir dewlemend e. Piştî guhertina rejîmê di Kanûna 2024an de, muzexane ji ber fikarên ewlehiyê hatibû girtin lê di Çileya 2025an de ji nû ve hatibû vekirin.
Ev dizî di demekê de pêk tê ku Sûriye hîn jî di nav bêîstîqrarekê de ye û metirsiya li ser mîrateya çandî ya welêt zêde ye. Rayedaran soz da ku dê hewlên xwe yên ji bo dîtina berhemên dizî û cezakirina sûcdaran bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin