Dîroka konferansa neteweyî ya ku dê li Samê bê lidarxistin hat eskerekirin: HTS dê bê belavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Şamê bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) amadekariyên Konferansa Diyaloga Neteweyî dest pê kirine. Çavkaniyên ku ji televîzyona Sûriyê re axivîne, diyar kirine ku konferans dê di navbera 4-5ê çileya paşîn de bi beşdariya “hemû beşan” were lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku di konferansê de ku tê payîn ku bi beşdariya 1200 kesî bê lidarxistin, nûnerên ciwan û jinan, zanyar, kesên ji mezheb û tebeqeyên cuda yên civakê û mêvanên ji derve dê cih bigirin. Tê çaverêkirin ku di konferansê de hilweşandina HTS bi awayekî fermî bê ragihandin. Di konferansê de biryarên girîng ên ku tê payîn bên girtin, avakirina komîteyeke nû ya amadekirina destûra bingehîn e.
Li gorî çavkaniyên ku ji Sûriyê TVyê re axivîne, di heman demê de avakirina desteyeke şêwirmendiyê di rojevê de ye ku dê piştgiriyê bide Mihemed El Beşîr ku wek serokwezîrê hikûmeta demkî hat tayînkirin.
Serokê HTŞyê Mihemed El Colanî (Ehmed El Şara) jî duh ji El Erebiyê re axiviye û diyar kiriye ku Konferansa Diyaloga Neteweyî dê hemû beşên civakê bîne cem hev û ev tişt anî ziman: “Em ê derfetê bidin hemû beşên civakê ku dê beşdarî vê konferansê bibin. Em ê mijara Sûriyeyê şîrove bikin.”
Colanî got, “HTŞ teqez dê bê hilweşandin. Welat bi mantiqê şoreşger û koman nayê birêvebirin. Bi baweriya min HTŞ dê di konferansê de bê fesihkirin. Dê ev yek bi awayekî fermî bê ragihandin.”
Colanî diyar kir ku ji bo amadekirin û nivîsandina makezagoneke nû li welêt dibe ku nêzî 3 salan derbas bibim û piştî 4 salan jî hilbijartin çêbibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin