Ji Amerîka gaveke surprîz: Konferansa asayîkirina pêwendiyên bi Samê re tê lidarxistin

27 June 2021 16:26 0 dîtin
Ji Amerîka gaveke surprîz: Konferansa asayîkirina pêwendiyên bi Samê re tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Amerîkayê ya seroktiya Joe Biden, bi pêngaveke surprîz ji bo asayîkirina pêwendiyên welatên Erebî û rejîma Şamê konferanseke navdewletî li dar dixe.

Li gorî nûçeya Şarqul Ewsetê wê konferans 28ê Hezîranê li paytexta Îtalya Romayê bi mijra Sûriyê were lidarxistin û asayîkirina pêwendiyên welatên Erebî bi rejîma Şamê re di rojeva konferansê de be.

Herwiha wê konferans bi beşdariya welatên G7an, Koma Biçûk a welatên endam û tevlîbûna 14 wezîrên derve yên Qetar , Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jî di nav de birêve biçe.