Amerîka: Em pistgiriya asayîkirina pêwendiyên wan welatan dikin
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew pêşwazî li hevdîtina serokên Kosova û Sirbistanê dikin û piştgiriya asayîkirina pêwendiyên herdu welatan dikin.
Li ser mijara navborî, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price daxuyaniyeke nivîskî da û got,
"Amerîka pêşwazî li hevdîtinên rêberan ên 27ê Sibatê yên di çarçoveya diyalogê de bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê (YE) dike û bi xurtî piştgiriyê dide pêvajoya asayîkirina têkiliyên wan. Civîna duh jî gaveke baş bû, lê hîn gelek kar hene ku bên kirin.
Pêşveçûn ber bi avakirina Yekîtiya Şaredariyên ku piraniya wan Sirb in, ji bo avakirina pêşeroja Kosovayê wekî welatekî serwer, pirneteweyî û serbixwe girîng e. Welat di nav strukturên Euro-Atlantîk de entegre bûye.”
Serokomarê Sirbistanê Aleksander Vucic û Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti, di 27ê Sibatê de li Brukselê bi Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re ji hev cuda û piştre jî di civîneke sê alî de hevdîtinek kiribûn û li ser pirsgirêkên sîyasî û dîplomasiyê axivîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin