Myles Caggins: Di serê DAISê de roleke berçav a Herêma Kurdistanê hebû

06 September 2020 23:42 0 dîtin
Myles Caggins: Di serê DAISê de roleke berçav a Herêma Kurdistanê hebû

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins ku dema erka wî bidawî bû civîneke rojnamevanî li dar xist.

Caggins li rola Herêma Kurdistanê di têkoşîna DAIŞê de da zanîn: “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de roleke wê ya berçav hebû” û ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê navendeke şêwirmendiyê vedike.

Berdevkê berê yê hevpeymaniyê bal kişand ser ku “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji erkên xwe venakişin, lê şewaza xebata xwe diguherînin” û wiha axivî:

“Ji destpêka vexwendina Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê Iraqê ve ji bo şerkirina li dijî DAIŞê, Herêma Kurdistanê roleke berçav û girîng lîst. Me karî di nav şeş salên borî de 7 milyon û 700 hezar kes ji destê DAIŞê rizgar bikin û 110 hezar kîlometre çargoşe kontrol bikin.”

Caggins eşkere kir: “Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê bi ser çekdarên DAIŞê de 35 hezar êrîşên esmanî pêk anîne.”

Myles Caggins diyar kir: “Em li Hewlêrê bi vekirina navendeke şêwirmendiyê ve mijûl in, da ku hemahengiya ligel navenda şêwirmendî ya Bexdayê bikin.”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî herwiha eşkere kir: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji erkên xwe venakişin, lê şêwaza xebatê diguherînin bo alîkarîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge, bi mebesta jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê.”